Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Îran Hewla Lihevhatinekê Dide

Arşîv: Serok Donald Trump li Washingtonê Diaxive
Arşîv: Serok Donald Trump li Washingtonê Diaxive

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew hêvî dike pirsgirêka Îranê di demeke "zû" de bi dawî bibe.

Trump Çarşemê dema ji bo helmeteke hilbijartinan li bajarê Gastonia, North Carolina bû, derabrê Îranê axaftinek kir û got: "Îranî dixwazin lihevkirinekê bikin û em li rewşê dinêrin."

Serokê Amerîkayê herwiha da zanîn ku "Îranî her tiştî dikin da ku lihevkirinekê bikin, lê Amerîka dê daxwaza wan binirxîne û biryareke pêwîst bide."

Ev gotinên Trump piştî wê yekê tên ku wî di rojên dawî de wî gotîye ew ji bo bidawîkirina şerê Îranê demeke diyarkirî destnîşan dike.

Cîgirê Serok JD Vance berê gotibû ku Amerîka dê di nav du mehan de biryarekê li ser Îranê bide û heta bijardeya leşkerî li dijî Îranê vekirî ye û biryareke wisa di destê serokê Amerîkayê de ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG