Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Naxwazim Agirbesta bi Îranê re Dirêj Bikim

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku artêşa Amerîkayê amadekarîyan ji bo destpêkirina operasyonên 'Hêrsa Dastanî' dike ku ji çar hefteyên borî pir bihêztir dibe.

Ew tekez dike ku "eger rêberên Îranî jîr bin, ewê peymanekê çê bikin."

"Ez dinêrim ku emê peymaneke mezin bikin. Ez hizir dikim ku wan ti bijarteyeke din nîne. Me hêzên wan ên deryayî, hêzên esmanî û rêberên wan ji holê rakirin," Trump îro Sêşemê ji kanala CNBC re got.

Serok Trump got, "Em niha bi tevahî amade ne ji berî çar-pênc hefteyan pir bihêztir in."

"Ez pêşbînî dikim ku bombebaran çê bibe, ji ber ku ez difikirim ev rêyeke çêtir e ku mirov ligel wan (Îranê) mijûl bibe. Em amade ne ku şer ji nû ve bidin destpêkirin," wî got.

Serokê Amerîkî tekez kir ku kuştina karbidestên payebilind ên Komara Îslamî bûye sedema guhertina rejîmê.

Wî got, " kuştina rêberên Îranê ji alîyekî ve dibe sedema alozîyan, lê ev rêberên niha pir aqilmentir in ... Ev guhertineke rejîmê ye, bila bi çi nav be jî, ne ku tiştekî min gotîye û ezê bikim, tiştê min got dikim."

Dema nûçegihanê CNBC ser şanda danûstandinan ji Trump pirsî, wî got, "Berî du rojan dema ku [Îranîyan] got ku ewê şandeyekê neşînin û min jî got ku ewê bişînin, wekî ku hûn dibînin, ji bilî şandina wê ti bijarteyek wan tune ye."

Wî got, "Me Tengava Hormuzê bi tevahî kontrol kiriye...heta ku peymanekê çênekin, emê wê venekin."

Trump red kir ku agirbestê dirêj bike û got ji ber ku "dema me tune ye."

Wî da zanîn ku karbidestên rejîma heyî dikarin Îranê bikin "welatekî mezin" ji ber ku gelê Îranê "mirovên pir baş" in, lê divê ew welatek be ku "ne li ser kuştin û tirsandinê ye."

Serok Trump herwiha got ku êrîşkirina li ser pir û navendên enerjîyê yên Îranê ne tiştek bû ku ew dixwaze bike, lê diyar kir ku Îranê ji kiryarên wiha zirarê dibîne ji ber ku ew rejîm "piran ji bo veguhestina çek û mûşekan bikar tîne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG