Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku heta pêşniyarek ji Îranê tê û danûstandin bi dawî bibin agirbesta bi Îranê re dê were dirêjkirin.
Trump di platforma Truth Social de got, "Li ser bingeha rasîya ku Hikûmeta Îranê bi giranî parçe bûye, û bi awayekî neçaverêkirî û li ser daxwaza Maraşal Asim Munîr û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, ji me hatîye xwestin ku êrîşa xwe ya li ser Îranê rawestînîn."
Trump herwiha got "Min ferman daye hêzên me yên çekdar ku dorpêçê biparêzin û amade bin û bi hişyarî tevbigerin."
Sibeya Sêşemê, serok Trump li ser Truth Social nivîsandibû, "Îranê gelek caran agirbest binpê kirîye," agirbesta du-hefteyî ya ku roja Çarşemê dê bidawî bibe.
Serok Trump îro Sêşemê dîsan gotbû artêşa Amerîkayê amadekarîyan ji bo destpêkirina operasyonên 'Hêrsa Dastanî' dike ku ji çar hefteyên borî pir bihêztir dibe. Îran hişyar kir û got "eger rêberên Îranî jîr bin, ewê peymanekê çê bikin."
Rojnameya Wall Street Journal ji zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku niha ti planek ji bo rakirina dorpêça li ser benderên Îranê tune ye.
NBC News Sêşemê ragihandbû ku Trump bi cîgirê xwe JD Vance, nûnerê taybet Steve Wittkopf, û zavayê xwe Jared Kushner re civiya da ku gavên din ên çaverêkirî derbarê Îranê de biavêjin.