Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Em ê Givaştinên Aborî li ser Rejîma Îranê Zêde Bikin

Chris Wright Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê
Chris Wright Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright roja Yekşemê got ku zexta aborî ya Amerîkayê li ser rejîma Îranê bi zelalî zêde dibe û Washington rêk û alavên darayî û aborî yên cûrbecûr bikar tîne da ku Komara Îslamî neçar bike ku vegere ser maseya danûstandinan.

Wright ji CBS News re got, "Hikûmeta Îranê, ne tenê dahata xwe ya sereke ya hinardekirinê ji ber cezayên me ji dest dide, lê operasyona 'hêrsa aborî' ya ku me çend hefte berê dest pê kiriye jî sermayeyên rêberên gendel ên Spayê Pasdarên Şoreşê yên li derveyî welêt armanc digire."

Operasyona 'Hêrsa Aborî' helmeta herî girîng a rêveberîya Trump e, ku ji hêla Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent ve tê rêvebirin, da ku kenalên darayî yên Îranê têk bibe. Projeya bi mîlyaran dolar dahata nefta Îranê desteser kiriye û torên bankan sîber, yên rejîma Îranê têk birine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG