Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Danûstandinên bi Îranê re Pir Baş Diçin

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku danûstandinên bi Îranê re "pir baş" birêve diçin û heta dawîya hefteyê dibe ku lihevkirineke çê bibe.

Trump roja Çarşemê li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: "Ez dibihîzim ku danûstandinên bi Îranê re pir baş diçin. Eger lihevkirinek bi Îranê re çêbibe, dibe ku heta dawîya vê hefteyê bi encam bibe."

Lê serokê Amerîkayê garantîya lihevkirinê neda. Wî got ku ji ber ku "serederîya bi Îranê re pir zehmet e dikare her tişt bibe."

Serok Trump tekez kir ku pêwîstîya Amerîkayê bi derxistin û veguhestina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê heye.

Di rewşa nebûna lihevkirinê de, wî diyar kir ku "Em dikarin du-sê hefteyên din biçin û hemûyan tune bikin. Lê eger em karibin tiştek nivîskî bistînin ku dê heman armancê bi dest bixe bêyî ku hemûyan bikujin, ez alîgir im."

Trump got: "Li wê beşê cîhanê, agirbest ew e dema ku êrîş bi rêjeyeke kêm berdewam dikin."

Ser êrîşên Îranê yên mûşek û dronan bo ser Kuweytê serokê Amerîkayê red kir ku agirbest bidawî bûye, "ji ber hin sedeman" Amerîkayê di şevên dawî de gelek bingehên rejîmê "bi giranî" armanc girtin. Li hember wê, "Îranê tiştekî girîng nekir."

Derbarê alozîyên berdewam ên di navbera Îsraîl û Libnanê de, serokê Amerîkayê got ku ew bawer dike pirsgirêkên Îran û Libnanê du pirsgirêkên cuda ne û pirsgirêka Îranê "cîhanî ne."

Trump ser gotûbêjên bi Hizbullaha Libnanê re got: "Em bo cara yekê bi Hizbullahê re axivîn. Me bawer nedikir ku ewê biaxivin."

Trump got ku Hizbullah û rayedarên Îsraîlê bangên Amerîkayê yên ji bo agirbestê qebûl kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG