Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hişyarîyek Tund Dide Îranê û Dibêje, Tehran Nikare Esmanê Xwe jî Kontrol Bike

Serok Trump li Koşka Spî, Washington, DC, Hezîrasn 10, 2026.
Serok Trump li Koşka Spî, Washington, DC, Hezîrasn 10, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema telefonkî bi rojnamevan Trey Yingst re, ku li gel Cîgirê Serok JD Vance û nûnerên taybet Steve Witkoff û Jared Kushner ji Odeya Krîzê ya Koşka Spî bûn, peyamek hişyarî ya tund ji Îranê re şand.

Fox News di hesaba xwe ya X'ê de behsa naveroka peyama serok Trump dike û dibêje;
"Rêveberîya Trump bawer dike ku Tehran hîn jî di danûstandinên diplomatik de dixwaze dem bikarbîne û demdirêj dide danûstnadinan, her çend hêzên Amerîkî bi operasyonên leşkerî hêza xwe ya berbiçav nîşan didin."

Li gorî peyama Trump, Îran nekarîye qada esîmanê welatê xwe jî bi awayekî temam kontrol bike.

Di çarçoveya operasyonan de, Amerîkayê 49 mûşekên Tomahawk avêtin, ku hin lêdanan bi raporan gihîştine armancên ku nêzîkî 40 mîlî derveyî Tehranê bûn. Her weha balafirên şer li pozîsyonên li peravên başûrê rojavayê Îranê jî êrîş kirin.

Navenda vê kêşeyê pêşniyara peymanekê ye ku dê rêya deryayî ya Tengava Hormuzê ji nû ve vekirî bihêle û di heman demê de sînoran ji bo bernameya navokî ya Îranê dane.

Niha çav li ser wê yekê ye ka gelo Tehran berî ku zextên siyasî û leşkerî zêdetir bibin dê vegere maseya danûstandinan an na.

Hêjayî gotinê ye ku, di rojên borî de hêzên Amerîkî du caran êrîşî hin armancên giring, sînordar û destnîşankirî yên îranê kirîye, piştî ku Îranê di dema agirbestê de firoka Apache ya hêzên Amerîkî li hindavî avên deryayî ya herêmê xistbû xwar û du polît bi ewlehî ji aliyê hêzên CENTCOM'ê ve hatbûn rizgarkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG