Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em bi Îranê re Gihiştin "Lihevhatinekê" Cih û Dema Îmzekirinê Tê Zelalkirin

Serokê Amerkayê Donald Trump
Serokê Amerkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demekê a êvarîya roja Pêncşemê di Truth Social de ragihand û got " Li ser bingeha gotûbêjên di asta herî bilind de a bi Komara Îslamî ya Îranê re, Ez, wekî Serokê Amerîkayê, êrîş û bombebaranên plankirî yên îro êvarê li dijî Îranê betal dikim."

Serok Trump herwiha di peyama xwe de got, " Gotûbêj û xalên dawîn, hem ji hêla konseptê ve û hem jî bi hûrgilî, ji hêla hemî aliyên têkildar ve, di nav de Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdun, Misir û yên din, plan hatine pejirandin."

Serok Trump got jî, "Dorpêça Deryayî - ya ser benderên Îranê- dê bi tevahî çalak bimîne heya ku ev peyman bi dawî bibe û dem û cîhê îmzekirinê di demek nêzîk de were ragihandin."

Seropk Trump rave kir ku Cîgirê Serokê wî, J.D. Vance, dê beşdarî merasîma îmzekirinê bibe.

Wî her wiha diyar kir ku wî bi rêberên herêmê re, di nav de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser peymanê axiviye.

Gotinên Trump li Ofîsa Oval piştî betalkirina planên êrîşên nû yên li ser Îranê roja Pêncşemê hatin, û gotin ku "xalên dawîn" ên peymanek destpêkê li ser hatine lihevkirin.

Ajansa nûçeyan a Îranî Fars ragihand ku îhtîmal e ku Tehran peymanê pesend bike, lê hîn bersivek fermî nedaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG