Rojnameya Times of Israil ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re piştrast kiriye ku peymana dawî ya bi Komara Îslamî re dê bernameya navokî ya Tehranê bi tevahî hilweşîne û hemû uranyuma dewlemendkirî dê ji welêt derxîne.
Li gorî raportan, Trump tekez kiriye ku ew bêyî daxwaza xwe ya kevin û dubarekirî ku bernameya navokî ya Îranê jinav bibe û bingehên uranyuma dewlemendkirî nehêle, dê ti peymanekê îmze nake.
Berpirsê Îsraîlî her wiha got ku Washingtonê Îsraîl derabrê danûstandinên li ser yadaştnameya têgihîştinê û vekirina Tengava Hormuzê agahdar kiriye.
Netanyahu jî di daxwaznameya xwe de ragihandîye ku Îsraîl dê azadîya xwe li hember gefên li hemû enîyan biparêze.
Li gor wî berpirsî, serok Trump jî destek daye daxwaza Netanyahu.