Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere û Tehranê Alozîyên Herêmî û Rewşa Yemenê Gotûbêj Kirin

Arşîv: Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, 30’yê Rêbendana 2026’an, Stenbol.
Arşîv: Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, 30’yê Rêbendana 2026’an, Stenbol.

Wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Îranê Ebbas Erakçî re di têkilîyek telfonî de pêşketinên herêmî û ji bo kêmkirina alozîyan hewlên dîplomatîk gotûbêj kirin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku ev hevdîtîna Fîdan û Eraqçî roja Sêşemê, 13’ê Cotmehê, pêk hatîye.

Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîm jî roja Çarşemê 14ê Cotmehê ragihand ku herdu wezîran di hevdîtînê de mijara Yemenê jî hatiye gotûbêj kirine. Êrîşên Hûsîyan ên dijî Erebistana Saûdî di rojên dawî de aloziyên herêmî zêde kirine.

Ev peywendî di demekê de pêk hat, ku Tirkîyê êrîşên Hûsîyan şermezar kirine û jibo Erebistana Siûdî re piştgiriya xwe ragihandiye.

Enqere herwiha amadekarîyan dike ku peymana berevaniyê ya bi Erebistana Siûdî û Pakistanê re jibo pejîrandinê pêşkêşî parlemanê bike.

Piştî axaftina Fîdan û Eraqçî, heya niha ti peyman an biryareke dîplomatîk a nû nehatîye dîyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump 13ê Cotmehê de, di daxuyanîyek xwe de got ku dibe ew ji Tirkîyê bixwaze ku beşdarî destwerdaneke leşkerî ya pêkan ya li Yemenê bibe da ku piştgiriyê bide Erebistana Saûdî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG