Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Ajansa Navokî ya Neteweyên Yekbûyî li Vienna Kom Dibin


Gereke nû ji danûstandinan navbera Îran û ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî li Vienna destpê dike.

Li gorî televîzyona Îranî roja Şemîyê dê danûstandin navbera 13 û 14'ê Gulanê pêk werin, piştî ku danûstandinên cuda berî demekê lidar ketin û encamine pêşketî nîşan dan.

Danûstandinên li Vienna dê berî civîneke din bin, ku 23'ê Gulanê li Bexda şeş dewletên hêzdar yên cîhanê, wek Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya tê de beşdar dibin.

Alî Asker Sultanî yê serokê şandeya Îranî li Ajansa Navnetewî ya Navokî got ku ev danûstandin dê balê bidin ser çareserkirina pirsên derbarê hewldana Tehranê bi çêkirina çekên navokî.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka û hin hevalbendên wê Îran bi karanîna programê navokî jibo mebestên çêkirina çekan tawanbar dikin. Lê, Îran dibêje programa wê tenê jibo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG