Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê Dibêjin Êrîşên Îranê Ewlekarîya Herêmî Dixin Metirsîyê

Civata Mafên Mirovan a NY li Cinêvê.
Civata Mafên Mirovan a NY li Cinêvê.

Cîranên rejîma terorîst a Îranê roja Çarşemê ji Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re gotin ku êrîşên Tehranê yên bi dron û mûşekan li ser wan neheq in û gefê aştîya herêmê dikin.

Hêzên Îranî roja Çarşemê êrîşên nû li dijî welatên Ereb ên Kendavê pêk anîn. Erebistana Siûdî ragihand ku berevanîya wê ya esmanî 34 dron û mûşekan balîstîk pûç kiriye. Behreynê jî got ku 30 dronên Îranî hatine xistin û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) eşkere kir ku sîstema berevanîya wê 9 dron pûç kiriye.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de operasyoneke hevbeş li dijî rejîma Îranê dest pê kirin, Îranê dest bi êrîşkirina ser cîhên sivîl û armancên Amerîkayê li welatên herêmî kiriye.

Cemal Cema El Muşerex, balyozê Îmaratê li NY, li Cinêvê ji Civata Mafên Mirovan re got ku êrîşên "xedar û terorîstî" yên Îranê li ser dezgehên sivîlan, firokxane û deverên niştecihbûnê yên Îmaratê "bi tevahî bêberpirsiyar" in.

Wî red kir ku Îranê êrîşan wekî kiryarên tolhildanê binav kiriye û got ku axa Îmaratê ji bo lêdana Îranê nehatiye bikaranîn.

Elî Behreynî, nûnerê Îranê li NY li Cinêvê, bersiva rexneyan da û ji civatê re got ku "armancgirtina Îranê di forumên siyasî û yasayî de tenê dijminê herêmî yê Komara Îslamî Îsraîlê xurt dike" û "şaştîyeke dîrokî ye".

Nûnerê Kuweytê Nasir Abdullah el Hayin got ku êrîşên Îranê "gefeke hebûnî li ser aştî û ewlekarîya herêmî û navneteweyî" ne.

Berpirsê Mafên Mirovan yê NY’ê Volker Turk di peyameke vîdyoyî de ji bo civatê got ku tekane rêya pêşîgirtina li krîzeke mezintir û bandora wê li ser sivîlan dawîanîna şer e.

XS
SM
MD
LG