Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Amerîka Maf Nine Careka Din Ciza Liser Îranê Vegerîne


Wezirê derve yê Îranê namek bo Civata Ewlehkarî ya Netewên Yekgirtî şand û têda got, Amerîka tû maf nine daxwaza vegerandina cizayên Netewên Yekgirtî biser Îranê bike. Ligor malpera wizareta derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerif got, Amerîka mafê daxwazkirinê li sala 2018 ji dest da lidema xwe ji rêkeftina navokî dinav bera Îran û Welatên hêzdarên cihanê vekişay.

Herwesa got, vekêşana yek alî ya Amerka zêdegavî bû biser biryara NY. Wezirê derve yê Amerîka Moke Pompeo li roja Pêncşembê bi fermi daxwaza vegerandina tevaya cizayan biser Îranê kir lê hevalbendên Amerîka ragehandin ko pêngava Amerîka ne qanûniye û sernakeve.

Pompoe rijde ko Amerîka mafê vekişanê ji rêkeftinê vegerandina cizayan heye tevî vekêşana wî ji rêkeftina sala 2015 ewa civata ewlehkarîyê pecirandî.

Rêveberîya Serok Donald Trump dixwaze cizayan vegerîne biser Îranê piştî hatin sisît kirin bi biryareka NY.

Zerif da zanin ko gelê Îranê çaverê dike civata ewlehkarîyê Amerîka naçar bike berpisyaretîyê helgire û siyanê negehine gelê Îranê.

XS
SM
MD
LG