Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Khamenei: Piştî Salên Dirêj ên Rûberûbûna Amerîka, Îran Serkeftî ye


Rêberê bilind ê Îranê, rojekê berî salvegera êrîşkirina balyozxana Amerîka li Tehranê di sala 1979an de, dibêje komara Îslamî piştî nêzîkî 40 salî ji rûberûbûna li beramber Amerîka “aliyê serkeftî ye.”

Ayatollah Ali Khamenei îro Şemiyê got li gel şerên leşkerî, abûrî û propaganda ji aliyê Amerîka ve di 40 salên borî de "Amerîka aliyê têkçûyî ye û Komara Îslamî aliyê serkeftî ye.”

Xwendekarên leşkerî yên Îranê di 4 meha Çirya Paşîn a sala 1979an de êrîşî balyozxana Amerîka li Tehranê kir û 52 dîplomatên Amerîkî bo 444 rojan wek barimte birin.

Khamenei got Amerîka nikaribû serdestiyê li Îranê bike wek ku berî şoreşa Îslamî ya sala 1979an dikir.

Ew dibêje Amerîka niha lawaztire ji sala 1979an.

XS
SM
MD
LG