Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Pêşniyara Ewrupa li dor Tankerên Niftê Dijminahî ye


Îranê pêşniyara Ewrupa ya şandina Istolekê ku bi tankerên niftê re be dema derbasbûna di kendava Farisî re, wek dijminahî û gurkirina rewşê anî ziman.

Peyvdarê hikûmetê Elî Rabiel, li gor medya dewlet, îro Yekşemê got:

“Me bihîst ku ew bi niyaz in istoleke Ewrupî bişînin kendava Farisî. Ev peyameke dijminahî ye û wê girjiyan gurtir bike.”

Girjî her diçin bilindtir dibine di demekê de ku Îran bi dijminahiyeke bêhtir li tengava Hormuzê tevdigere.

Tengava Hurmuz hêla sereke ya veguhestina bazirganî ye ku di ber ava Îranê re derbas dibe.

Demekê berê vê mehê hêzên komandos ên nobedarên şoreşgerî yên Îranê dest dan ser tankereke Brîtanî ku di wir re derbas dibû.

Wezîrê derve yê Brîtanya Jeremy Hunt kiryara Tehranê wek dizîna deryayî ya dewletê bi nav kir.

XS
SM
MD
LG