Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Yekşemê got hebûna hêzên biyanî li herêma kendava Farisî wê “ rewşeke ne aram li herêmê” çê bike.
Rûhanî di axaftineke zindî de li ser tilfizyona dewletê got:
“Hêzên biyanî wê kêşe û nearamiyê ji bo xelk û herêma me derxin holê.”
Serkirdeyê Îranê got ew dixwaze li kombûna Neteweyên Yekgirtî planeke hevrêziya herêmî ji bo aştiyê pêşkêş bike.
Doh Şemiyê, seroka civata niwêneran a Amerîkî Nancy Pelosi biyara serokê Amerîka Donald Trump a şandina hêzan bo Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî rexne kir û got ev hewldaneke din a rêveberiya Trump e ji bo zîvirandina li dor Gongressê.
Serokwezîrê Australya Scott Morrison, ku roja Înê serdana Koşka Spî kiribû, got wê welatê wî derbasî şerekî nebe di navbera Îranê û Amerîka de. Wî got pêgiriyên Australya li kendava Farisî ew tenê girêdayî azadiya melkevaniyê ye di tengava Hormuzê de.
Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper û serokê komandariya hevbeş Joseph Dunford roja Înê biryara Trump a şandina hêzan bo Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî ragihand.