Ajansên nûçeyan, di nav de Reuters jî, li gor çavkanîyên xwe dibêjin ku fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) û wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî di êrîşên îro yên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.
"Du çavkanîyên agahdar ji operasyonên leşkerî yên Amerîkî û Îsraîlê gotin ku Wezîrê Berevanîyê Emîr Nasrzadeh û fermandarê Supaya Şoreşa Îslamî Mihemed Pakpûr dibe ku di êrîşên Îsraîlê de hatibin kuştin," ajansa nûçeyan ragihand.
Di hevpeyvînekê de ligel NBC News, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî mirina herî kêm "yek an du fermandaran" piştrast kir lê navê wan neda.