Serokê nî yê Meclîsa Şûra ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro Yekşemê di gotara xwe ya li pêş meclisê de got ku guftûgoya li gel Amerîka “ bê sûd e.”
Qalîbaf di gotara xwe ya ku tilfizyonê belavkirî de got:
“Danûstandina me bi Amerîka Terorîst re zincîra tolvedana xweşna şehîd Silêmanî vedihewîne û dê bi qewitandina artêşa Amerîkî ji herêm temam bibe.”
Qalîbaf banga pêşxistina pêwendiyên Îranê li gel welatên cîran û “Welatên mezin ên ku di tengaviyan de bi dostanî li gel me sekinîn û wan bi me re bejewendiyên stratejîk hene” kir, bê ku wan welatan bi nav bike.
Qalîbaf sê caran bû kandîdê serokatiya Îranê lê bi ser neket. Ew berê serokê polîs bû, endamê nobedarên şoreşger bû, û di navbera salên 2005an û 2017an şaredarê Tehranê bû.