Hêzên Îranê îro Pêncşemê bi mûşek û dronan êrîşî Kuweytê kir, ku ev êrîşa herî dawî ye, wek bersiva tolhilder a li heremê jibo êrîşên Amerîka yên dijî Îranê yên di destpêka vê hefteyê de.
Ev roja duyemîn a li pey hev bû ku Kuweyt rastî êrîşa Îranê hat. Wezareta derve ya Kuweytê ev yek wek "êrîşên hovane yên Îranê dubarekirî " bi nav kir û şermezar kir.
Behreyn, Urdun, Qeter û Mîrgehên Ereb ênYekbûyî îro bi daxuyanîyan cuda êrîşên Îranê yên li ser Kuweytê şermezar kirin.
Di nav şerên vê hefteyê de, êrîşên Amerîkî yên li ser Îranê hene, ku Washington got ku ev êrîş di bersîva êrişkarîyên Îranê yên li Tengava Hormuzê de hatin kirin. Piştre Îranê êrîşên esmanî bir ser Kuweyt, Behreyn û Mîrgehên Ereb ênYekbûyî .
Pakistan, ku di hewlên jibo danûstandinên bi armanca dawîkirina pevçûnê de, roleke girîng dilîze, roja Çarşemê ragihand ku hewlên wê yên jibo aştiyê ewê bidomin.
Berdevikê wezareta derve ya Pakistanê Tahir Andrabi ji rojnamevanan re got, "Em şenbar in ku wê alî di dawiyê de vegerin ser maseya danustandinê."
Wezareta derve ya Misrê jî roja Çarşemê ragihand ku dîplomatên payebilind yên Misir û Qeterê li ser pêwîstîya demûdest dawîanîna şerê Amerîka û Îranê û pêşkêşkirina çareserîyek siyasî jibo vegerandina ewlehî û aramîya herêmê gotûbêj kirine.
Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku êrîşên Amerîka yên vê hefteyê hewlên Îranê yên jibo nûavakirina sîstemên radar û mûşekan li Tengava Hormuzê kirne armanc.