Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îran Naxwaze Bi Hêzên Amerîka Li Herême re Bikeve Nav Şer


Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî got welatê wî naxwaze bi hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn re bikeve nav ti cengan.

Ruhanî di konferanseke rojnamevanî de got, “Em naxwazin bi hêzên Aemrîkî li herêmê re bikevin nav ti şer û alozîyan.”

Wî herwiha got ku, tevî xwe vekêşana Amerîka jî, welatê wî dê pêgîr bimîne bi rêkeftina navokî ya sala 2015an, ku di navbera Îran û hêzên mezin yên cîhanê de hatibû îmza kirin.

Ruhanî got, “Heta demê ew rêkeftin xizmeta berjewendîyên me bike, em dê pêre pêgîr bimînin. Welatên ku di rêkeftinê de mayne, pêngavên pir baş hilandine, lê Îran çavnihêrê tiştên pritir e.”

Ruhanî diyar kir ku toleyên nû yên Amerîka ku pêşbînî tê kirin li meha 11an bên ragihandin, neqanûnî ne, û tiştek baş pêşan nadin.

XS
SM
MD
LG