Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Amerîka Li Dor Azadkirina Girtiyan Li Hev Dikin


Îran bi Washingtonê re li hev kir ku 5 welatiyên Amerîkî azad bike li beramber şandina 6 milyar dolar ji samanên Îranê yên cemidandî li Korya Başûr bo bankên li Qeterê û azadkirina hejmareke bi vî rengî ya Îraniyên li Amerîkayê.

Girtiyên li Îranê yên di çarçoweya peymanê de dê bêne berdan ev in:

Siamak Namazi

Siyamak Namazî yê 51 salî, karsazê bi du nasnameyên Amerîkî û Îranî, di sala 2015an de dema ku serdana malbata xwe li Tehranê dikir, ji aliyê Nobedarên Şoreşê ve hatibû girtin. Piştî çend mehan bavê wî yê nexweş Baquer, piştî ku ji bo serdana kurê xwe yê girtî vegeriya Îranê, ew jî hate girtin. Ew her du jî di sala 2016an de bi tawanbariya sîxurî û hevkarîya bi hikûmeta Amerîkî re bi 10 sal zîndan hatine cezakirin.

Baqir Namazî, Parêzgarê berê yê herêmî yê Îranê û berpirsê berê yê UNICEFê ku xwediyê du nasnameyan e, di sala 2018an de bi sedemên pizîşkî di hepsa malê de hatibû girtin û di sala 2022an de ji bo dermankirinê ji Îranê derketibû.

Emad Sharghi

Di sala 2017’an de Sharghi û hevjîna xwe ji Amerîkayê koçî Îranê kir. Karsazê Îranî-Amerîkî yê 59 salî, cara yekem di sala 2018an de dema ku li kompaniya weberhênana teknolojiyê Saravan Holding dixebitî, hatibû girtin. Ew piştî heşt mehan bi kefalet hate berdan û Dadgeha Şoreşê ew ji tawanên sîxuriyê û ewlekarîyê bêguneh kir, lê qedexeya derketina wî berdewam bû.

Di Mijdara 2020’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya din ve hatibû gazîkirin û bi sûcdariya sîxuriyê 10 sal cezayê girtîgehê lê birîbû. Ew di destpêkê de ne girtî bû lê medyaya Îranî ragihand ku ew hat girtin dema ku wî dixwest ji Îranê di Çileya 2021 de bireve.

Morad Tahbaz

Tehbaz, jîngehparêzê Îranî-Amerîkî yê 67 salî, ku nasnameya Brîtanyayê jî heye, di sala 2018an de hatibû girtin. Di sala 2019an de bi sûcê "civîn û lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê" û "têkiliya bi dewleta Amerîka ya dijmin... bi armanca sîxuriyê” bi 10 sal hate cezakirin.

Girtiyên çaremîn û pêncemîn nehatin zanîn. Ne diyar e ka çend welatiyên Amerîkî li Îranê girtî ne, ji ber ku malbat û hukûmeta Amerîkî pir caran naxwazin dozan eşkere bikin bi hêviya azadkirina wan.

Girtiyên Îranî Li Amerîkayê

Nasnameyên Îraniyên ku li Amerîkayê ne û dê li gorî peymanê bifirin welatê xwe ne diyar e.

Bi salan e Îran daxwaza berdana Îraniyên ku li Amerîkayê girtî ne dike. Çavkaniyeke dadweriya Îranî ji Reutersê re ragihand ku herî kêm 12 girtiyên Îranî li Amerîkayê hene ku bi "binpêkirina cezayên Amerîkî li ser Îranê" sûcdar in.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG