Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borseya Îranê ji ber Têkçûna Rewşa Aborî Dadikeve

Borseya Tehranê rû bi rûyê daketinê ye ji ber ku karbidestên payebilind ên Komara Îslamî danûstandinên bi Amerîkayê re berdewam dikin, di heman demê de ew helwesteke gefxwarinê li hember civaka navnetewî didomînin.

Borsaya Tehranê (TSE) ji ber enflasyon û rewşa siyasî û aborî ya Îranê roja Sêşemê 38,000 xalan daket. Ev daketin di demekê de tê ku Komara Îslamî hewl dide peyameke cûda, û carinan nakok, ji cîhana derve re bişîne, piştî ku wezîrê derve Ebbas Araqçî hefteya borî ligel danûstankarên payebilind ên Amerîkayî li Mesqetê civîya.

Di gava dîplomatîk a herî dawî de, şêwirmendê Elî Xamineyî û sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî Elî Larîcanî roja Sêşemê çû Omanê. Larîcanî yek ji wan karbidestan e ku wek yek ji kesayetîyên serekî di tepeserkirina xwepêşanderên navxweyî di hefteyên dawî de hatiye naskirin.

Ne diyar e ka Larîcanî pêşniyareke nû ji bo danûstandinan bi Amerîkayê re heye yan na. Washington hîn daxuyanîyeke fermî li ser serdanê belav nekiriye, lê li gor ajansa Associated Press, Larîcanî bersiva Îranê ya civîna yekem a di navbera Îran û Amerîkayê de biriye Omanê.

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Pete Hegseth roja Duşemê got ku serok Donald Trump dixwaze bi Tehranê re bigihêje rêkeftinekê û qebûlkirina rêkeftineke wiha ji bo hikûmeta Îranê wek "bijartineke jîrane" binav kir.

Wezîrê derve yê Îranê Araqçî di hevdîtina bi fermandarên artêşê re got: "Îro em amade ne di warê dîplomasîyê de li ser bingeha desthilata hêzên me yên çekdar."

Ev daxuyanî piştî helwestên dubare yên hin endamên parlemana Îranê hatin ku rijdîyê dikin daxwazên serekî yên Amerîkayê red bikin.

Ev yek di demekê de ye ku hin dezgehên medyayê yên Rojavayî ragihandin ku nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff di danûstandinan de banga veguhestina uranyumê kiriye. Raport herwiha dibêjin ku Witkoff banga rawestandina bernameya mûşekan a Îranê û bidawîkirina piştgirîya Îranê bo hêzên çekdar li herêmê kiriye.

XS
SM
MD
LG