Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Soz Dide ku Dê Bersiva” Her Gaveka” Dijî Îranê Bide


Serkirdeyê Nobedarên Şoreşger yên Îranê Hisên Selamî
Serkirdeyê Nobedarên Şoreşger yên Îranê Hisên Selamî

Serkirdeyê Nobedarên Şoreşger yên Îranê Hisên Selamî îro Şemîyê di sedana xwe ya bo giraveka stratejîk a Kendavê de, soz da ku ew dê bersiva “her gaveka” dijî Îranê bidin. Axaftina wî tê di demekê de ku girjî di navbera Îranê û Amerîka de bilind bûne.

Selamî serdana hêzên leşkerî yên Îranê kir li Girava Ebû Mûsa, rojekê berî salvegera yekem a kuştina Lîwa Qasim Silêmanî, serkirdeyê Hêzên Quds ên nobedarên Şoreşger ên Îranê di êrîşeke Amerîkî de li Îraqî roja 3ê yê meha Çile ya sala borî de hatibû kuştin.

Li gor malpera fermî ya Nobedarên Şoreşger “ Sepah News” Selamî gotiye,”Em li vir in da ku rewşê binirxînin û piştrast bikin li ser şiyanên hêzên me yên deryayî, dijî dijminên ku carina payebilindîyan dikin û gefan dixun”

Wî got:

Em dê bi lêdaneke guncaw, biryarder û bihêz bersiva her gaveka dijmin bidin.”

Roja Pênşemê, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serokê Amerîka Donald Trump bi hewla çêkirina “behaneyekê” ji bo şerekî dijî Îranê tawanbar kir.

Tê zanîn, pêwendîyên ku bi dehan sal di navbera Amerîka û Îranê de qut in, di dema serokayetîya Trump de rastî girjîyên bêhtir hatin, û Trump siyaseta “ fişarên tund” li beramber Tehranê bi kar anî.

XS
SM
MD
LG