Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Êrîşa Esmanî ya Amerîka Terorê li Herêmê Gur Dike


Elî Şamxanî
Elî Şamxanî

Berpirsê mezin ê ewlekarîya Îranê Elî Şamxanî îro Şemîyê got ku êrîşên esmanî yên Amerîka roja Înê li Sûrîyê ew handerîya terorê li herêm dikin.

Waşintonê got ku êrîşên dijî bingehên grûpa Ketaêb Huzbullah ew bersiva êrîşên rokêtan bûn li dijî armancên Amerîkî li Îraqê.

Şamxanî got:

“Kiryara Amerîka ya dawîyê çalakîyên Daiş ya terorîst bihêz û berferh dikin li herêmê.”

Şamxanî ev axaftina di dema serdana wezîrê derve yê Îraqê Fuad Hisên bo Îranê de gotin.

Hisên li Îranê ye ji bo “gotûbêjkirina pêvajoyên herêmî, di nav de jî dîtina rêyên balanskirina pêwendîyan ji bo jinavbirina girjîyan.” Li gor daxuyanîya wezareta derve ya Îranê.

Berpirsekî mîlîtanên Îraqê ku nêzîkî Îranê ye got ku êrîşan çekdarek kuşt û 4 birîndar kirin. Berpirsên Amerîkî got êrîş sînordar bûn, da diyar bikin ku rêveberîya Joe Biden dê bersivên tund bide û di heman demê de hewla dûrketina ji gurkirina girjîyên herêmî bide.

XS
SM
MD
LG