Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Khamenei Dibêje Îranê ji Sala 1979an ve Zora Amerîka Biriye


Serkirdeyê mezin ên Îranê dibêje welatê wî ji dema şoreşa Îslamî ya sala 1979an ve zora Amerîka biriye.

Ayatollah Ali Khamenei dibêje Îranê di gelek doseyan de Amerîka dorpêç kiriye.

Ew dibêje dijminahiya Amerîka li beramber Îranê li dirêjiya salan “ bêhtir tund û hovane” bûye.

Malpera fermî ya Khamenei axaftinên wî îro Yekşemê ji bo hezaran xwendekar belav kirin, rojkê berî savega 40î ya desteserkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê.

Tê zanîn ku girjî di navbera Waşinton û Tehranê de bilind bûne piştî vekişna Amerîka ji rêkeftina sala 2015an a navokî ya hêzên mezin cîhanê li gel Îranê.

Amerîka dixwaza hejmûniya Îranê li herêmê kêm bike, bi riya sepandina cezayan û dabînkirina çekan û alîkariyên din bo rikberên Tehranê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG