Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê:10 Trump Nikarin Sûdeyên Rekeftina Navokî Rawestînin


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê îro Şemiyê berevaniya rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê kir û got 10 Trump jî nikarin Sûdeyên wê ji ser Îranê rawestînin, li gor tilfizyona dewletê.

Axaftinên Hesen Rûhanî tên di demekê de ku serokê Amerîka Donald Trump diyare dê li gor sozên xwe yên helmeta hilbijartinan de ji rêkeftinê vegere û li şûna wê hin pîvanên dijî Îranê bisepîn e.

Rûhanî di axaftina xwe ya li Zqanîngeha Tehranê got:

“Me hin qezenc bi dest xistin e ku nayên vegerandin. Kes nikare wan rawestîn e, ne Trump û ne 10 Trump ên din. “

Rûhanî huşdarî da Amerîka ku rêkeftinê ji nav nebe.

Wî got “Eger Amerîka Rêkeftinê ji nav bibe, dê cîhan hemî wê şermezar bike, ne tenê Îran. “

XS
SM
MD
LG