Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Soza Ciza Kirina "Çeta" Yan Dide


Cêgirê komandarê hêzên Pasarên Îranê dibêje, Îran wê bi tûndî wan kesanên weko gotî "çeteyan" cîza bike ewên lidema tondûtijîyan de hatin girtîn.

Komara Îslamiya Îranê dibêje aramî careka din vegera û amadekarîyan dikin bo rêkxistîna xwepişandaneka aliy girên hikometê bo şermizar kirina xwenişanderan.

Xwepişandan li 15 vê mehê derkeftin bo diyar kirina nerazî bûna xwe liser zêdekirina bihay Penzinê.

Hikumeta Hesen Rohanî di biryarekê da bihay panzînê bi rêja 200% zêdetir kirin ku nerazî bûna piranîya xelkê Îranê bixew ve girît.

Acansa Franse Press liser zarê karbidestekî hêzên ewlehîyê ragehand, heta niha 180 ji rêberên xwepişandanan hatine gitîn.

Cêgirê komandarê hêzên Pasarên Îranê di konferenseka rojnamevanî de got m"e tevaya çeteyan girît ko pênasin kirn ew sixorên Amerîka ne"

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG