Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya Bazirganî û Pêşketinê (UNCTAD) radigihîne, ku bazirganîya cîhanî di sala borî de bi rêjeya ji sedî 4,4 geştir bûye û gihîştiye 35 Trîlyon dolaran, û tê pêşbînîkirin ku îsal jî bi rêjeya ji 4% zêde bibe.
Li gorî raporê, bandora şerê Rojhilata Navîn û bilindbûna bihayên petrolê li ser bazirganiya cîhanî, ji ya ku di destpêkê de dihat pêşbînîkirin kêmtir e.
Herwiha UNCTAD dibêje, ku aboriya cîhanî di sê salên borî de, bi rêjeya 2.9% geş bûye, lê îsal dê rêjeya geşbûna aborî bi 2.6% û sala bihê jî bi 2.7% lawaz bibe.
Raportê herwiha destnîşan dike ku bandora xirab ya rewşa şerê Rojhilata Navîn li ser bihabûna enerjiyê diyar nebûye, ku berevajî rewşa sala 2022'an ne, ku aboriya cihanê bi awayeke lezgintir geş dibû û rêjeya bêkarîyê kêm bû, lê ji vê zêdetir heta radekê aramî di nav bazara diravî ya cihanî de hebû.