Roja Çarşemê 23ê Îlonê pakêteke nû ya sizayên tund yên Amerîkayê li dijî sektora Firokvanîya Îranê, ket di qonaxa karkirinê de. Washingtonê gef li hemû kompaniyên firînan yên Îranê xwar ku wan ji karê navneteweyî dûr bixe û li dijî her saziya ku bi wan re hevkariyê dike, sizayan bicîh bîne.
Li gor Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Scott Bessent, sizayên nû, berdewamiyek e ji tedbîrên berê yên ku sektora Firokvanîya Îranê armanc digirin. Washingtonê dixwaze zexta aborî li ser Tehranê zêde bike.
Medya Îranê dibêje, ku firokxaneyên Bexdayê û Mesqet ya Omanî, ji nîvê şevê ve, êdî balafirên Îranê nahewînin.
Ajansa Tasnimê ragihand ku firînên din ên navneteweyî, di nav de firînên ber bi Stenbolê ve, hîn li gorî bernameya xwe didomin û di vê demê de pirsgirêkek nehatiye ragihandin.
Li Îraqê, hikûmetê hêj biryara xwe bi awayekî fermî ne ragihandiye. Lêbelê, çavkaniyên cuda, di nav de berpirsêkî payebilind ê hikûmetê, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP re gotiye ku Bexda dê pêgirîyê bi sizayên Amerîkayê bike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di hevpeyvînekê de bi televîzyona CNBC re got ku şîrketên firokvanîya Îranê dê ji roja, 23ê Îlonê, ve nikaribin bi awayekî normal li derveyî welatê geştên xwe bidomînin.
Bessent hişyarî da ku her saziyek ji firokvanîya Îranê re sotemenî, xizmetên daketina balafirê an jî firotina bilêtan pêşkêş bike, dikare rastî cezayên darayî yên Amerîkayê were û ji sîstema karkirinê ya bi dolara Amerîkayê derxînin.