Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Behsa Wêrankirina Giraveke Îranê Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê serê sibê, di posteke yek rêzî de, di Truth Social de ku vîdyoyek ku bi rêya AI ve hatî çêkirin, got ku ew girava Îranî, ku navendeke girîng a enerjiyê ya Îranê ye, tê wêrankirin.

Serok Trump nivîsand, "Girava Xargê tê wêrankirin û bûye kavil" lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Raportên medyayî ragihand ku hêzên Amerîkayê bi şev êrîş biriye ser girava Larek ya Îranê.

Di heman çarçoveyê de, karbidestekî Amerîkî got ku hêzên Amerîkayê êrîşî du baregehên avêtina mûşekên Îranê li Girava Larek kirin, ku giraveke biçûke li Tengava Hormuzê nêzîkî bendera stratejîk a Bender Ebasê, ku li ser rêyên keştîvaniyan e, li avên herêmî yên Kendavê.

Heman Karbidest got ku, "Hêzên Arteşa Pasdarên Şoreşa Îslamî hatin dîtin dema ku amadekariya avêtina mûşekên bi mînên deryayî barkirî ber bi Tengava Hormuzê ve dikirin."

Di daxuyanîyekê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkî CETNCOM got ku wan li dijî çalakîyên danîna mînên Arteşa Pasdarên Şoreşa Îranê ku "gefeke nêzîk" bûn li Tengava Hormuzê, çalakiyek "sînordar û rast" pêk anîne, lê hûrguliyên din nehatin dayîn.

Piştî êrîşên Amerîkayê, peyamnêrê Fox News duh Yekşemê ji çavkaniyek Amerîkî ragihand ku Îranê êrîşî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Urdunê kiriye. Peyamnêrê Fox News got ku hemû mûşekên ku hatine avêtin, ti bandorek nebû û hatine astengkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG