Breaking News

Kompanîyeke Tirkîyê ya Xizmetên Geştên Esmanî ji ber Sizayên Amerîkî Tê Girtin

Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Kompanîya Fugo ya Tirkîyê bo xizmetên firokeyan, ku ji ber pêşkêşkirina xizmetên bo kompanîyên esmanî yên Îranê ketiye di lîsteya sizayan a Wezareta Xezîneyê ya Amerîka de, ragihand ku ew ji Duşemê, 30'ê Mijdarê, ve çalakîyên xwe radiwestîne.

Kompanîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku cezayên Ameîkayê ji bo berdewamîya çalakîyên wê zehmetîyên cidî derxistine holê û rewşa heyî êdî nayê domandin.

Ofîsa Kontrola Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka (OFAC), di 4'ê Mijdarê de ji ber çalakîyên kompanîya Fugo yên di kerta esmanî ya Îranê de, cezayên xwe li ser wê sepandibûn.

Li gor Wezareta Xezîneyê, Fugo ligel şeş kompanîyên esmanî, wekî Iran Air, Saha, Sepehran, Varsh, Taban û Ata, girêbestên rasterast hene ji bo pêşkêşkirina xizmetên geştên esmanî li firokxaneya Stenbolê. Ev her şeş kompanî jî berê rastî cezayên Amerîkayê hatine.

XS
SM
MD
LG