Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran bi Toreke Veşartî Dorpêça Leşkerî ya Amerîkayê Derbas Dike

FILE PHOTO: Middle East crude oil exports exceed pre-war levels but tanker attacks increase
FILE PHOTO: Middle East crude oil exports exceed pre-war levels but tanker attacks increase

Raporteke lêkolînî ya ajansa Reuters roja Yekşemê eşkere kir ku Îranê toreke veşartî ya ji zêdetirî 5,000 sazîyên leşkerî û darayî ava kiriye, ku ji meha yek a 2025'an ve bi buhayê herî kêm 2 milyar dolar alavên leşkerî, teqemenî û barhilgirên giran xistine nava welat, û bi vî rengî dorpêçên deryayî yên Amerîkayê û cezayên rojavayî derbas kirine.

Ev tora veşartî ku bi navê "MOD" dest pê dikin wekî "xeta jiyanê" ji bo artêşa Îranê û Supaya Pasdaran kar dike, da ku bernameyên xwe yên mûşekî û dronan tije bikin. Li gorî daneyên gumrikî û bankî, beşek mezin ji van kelûpelan ji welatên wekî Çîn, Rûsya û Almanyayê hatine anîn, û tevî şer û dorpêçan jî çalakîyên xwe domandine.

Tevî ku artêşa Îranê bi dehsalan e di bin cezayên tund ên Amerîkayê de ye, ajansa Reuters eşkere dike ku yek ji van sazîyên bi jimare (MOD) yên ku di belgenameyên veşartî de hatine dîtin, ji hêla hukûmetên rojavayî ve neketine bin lîsteya reş a cezayan.

Miad Maleki, berpirsê berê yê Wezareta Xezîneyê ya Amerîka ku beşdarî amadekirina bernameya cezayên li ser Îranê bûye, ragihand: "Tişta ku em li vir dibînin xeta jiyanê ya leşkerî ya rejîmê ye di vê pevçûnê de û berî niha jî. Ev sîstema tam a bazirganîya leşkerî ya Îranê ye."

Li gorî rapora Reutersê, vê tora hawardekirina çekan, madeyên xam dabîn kirine ku girîdayî çêkirina mûşek û dronan in . Ev çek jî di êrîşên deqîq ên li dijî jêrxaneya enerjîya welatên Kendavê de hatine karanîn, ku hiştiye Îran bersiva êrîşên leşkerî yên Amerîkayê bide.

Berdevka Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di bersiva rapora Reutersê de ragihand ku Washingtonê xetên jiyanê yên aborî yên rejîmê birîne û teqez kir, "Tevî ku rejîm hewl dide ji cezayên me yên bihêz bireve û bernameyên xwe yên leşkerî û çekan fînanse bike û diravên biyanî bi dest bixe, em her dem 10 gav li pêş wan in."

Li gorî belgenameyên platforma ImportGenius ku ajansa Reutersê piştrast kirine, di navbera meha yek a 2025'an û destpêka Hezîrana 2026'an de, tenê yek ji van sazîyên veşartî ku bi koda MOD 346428 tê nasîn bi buhayê 2.3 milyar dolar alav û kelûpelên leşkerî hawirde kirine nav xaka Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku Koşka Sipî û Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hîn ti bersiv li ser vê raportê nedane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG