Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşt Jin li Çend Bajarên Îranê Hatine Girtin

Li gor raporteke rêkxistina Hengaw ya mafên mirovan, 8 jin ji çend bajarên Îranê ji alîyê hêzên ewlekarîya Komara Îslamî ve hatine girtin.

Ev jin bi navên Roya Restgar, Ayda Êzedî, Sogend Nayicî, Hedîs Almaspûr, Îlahe Rehmetî, Sanaz Şah Husênî, Necme Emînî û Mehsa Selah in.

Li gor Hengawê, ev jin ku du ji wan Kurd in li bajarên Çemstan, Îlam, Dîwandere, Îsfehan, Tehran, Meşhed û Şîrazê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin.

Hengaw dibêje, ev hemû jin di dema du mehên borî de hatine girtin û tu agahî li ser çarenivîsa wan tuneye.

Kovara Foreign Policy li nivîseke Karen Kramer, cîgira rêvebirê Navenda Mafên Mirovan a Îranê, û Êsfandiar Aban, lêkolera li heman navendê, dibêje her çend xwepêşandan bi dawî bûne lê hikûmeta Îranê dest bi kempeyneke tirsandinê kiriye.

Raporta Foreign Policy herwiha behsa girtina hejmareke mezin ya kesan dike û dide zanîn, “Li gor zêdetirî 30 dîdevanan, ku rasterast ji alîyê Navenda Mafên Mirovan a Îranê ve hatine berhevkirin, hêzên ewlekarîyê operasyoneke berfireh ya girtinê destpê kirine. Di êrîşên xwe de, hêzên ewlekarîyê tundîyeke zêde bikar anîn, û hin caran bi biryara dadgehan girtin ser malan û pir caran kes li ber çavên malbatên wan revandin.”

Raport dibêje, kesên girtî di bin metirsîya êşkenceyê û heta gefên kuştinê de ne.

XS
SM
MD
LG