Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) roja Pêncşemê ragihand ku jineke 27 salî li Zindana Navendî ya Meşhedê hate sêdare kirin.
IHRNGO da zanîn ku Mahbûbeh Roşandel bi cezayê qisas anku cezayê mîna tawana xwe hatibû mehkûm krin û biryara darvekirina wê hatibû dayîn.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bal kişand ku bi sêdarekirina nû, ji sala 2010’an vir ve 200 jin hatine kuçtin ku 12 ji wan di nava sala 2023’yan de çêbûn.
IHRNGO dîyar kir ku ji 200 jinên sêdarêkirî, 94 jiber tawanên girêdayî madeyên hişbir, 90 jiber mirovkujî, 4 jiber cîhgirtina di kiryarên seksî yên bê exlaqî, du jiber sixûrî û yek jî muharebeh anku dijmintîya xwedê hatine darve kirin.