Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Xeta Borîya Gazê ya Serekî Bû Armanca Du Peqînan


Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Owjî îro Çarşemê bê ku navên bergumanan bide ragihand ku peqînên li xeta gazê ya serekî ya başûr û bakur jiber sabotajê çêbûne.

Owjî ser sabotajê got ku çalakîyeke terorê ye û dîyar kir ku di saet 01:00 de li du herêman xeta neteweyî hatiye peqandin.

Medyaya dewletê jî ragihand ku nûçeyên dibêjin ku jiber peqînê li hin bajaran gaz qut bûye, ne rast in.

Owjî dîyar kir ku bi tenê li gundên nêzî borîyên zarardîtî gaz qut bûye û got ku ewê li wan herêman jî gaz îro were berdan.

Wî bi bîr xist ku bûyereke wek vê sala 2011’an jî çêbûye û got ku wê demê jî li 4 herêman gaz qut bûye.

Li Îranê bûyerên wisa kêm caran diqewimin. Çekdarên Ereb yên veqetînxwaz yên li Îranê sala 2017’an îdia kiribûn ku wan li eyaleta Xuzistan du borîyên petrolê peqandine.

Meha Berfanbarê, Îranê 5 kes jiber kiryarên sabotajê û peywendîyên bi îstixbarata Mossad ya Îsraîlê re îdam kiribûn.

XS
SM
MD
LG