Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Di Êrîşeke Dijî Polîs De 6 Kes Hatin Kuştin


Wêne ji Arşîfê ye

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku du efserên polîs û çar êrîşker hatin kuştin dema hin çekdar û xwekujan roja Şemiyê li başûrê rojhilatê welêt êrîşî navendeke polîs kir.

Êrîşa li Zahedan, paytexta parêzgeha Sîstan-Belûçistanê, bû cihê xwenîşandanên herî bi xwîn di dema pêla nerazîbûnên giştî yên sala borî de, piştî kuştina jina Kurd [Jîna Emînî] di nav destê polîs de.

Televîzyona dewletê got ku "her çar terorîst" û 2 polîs di êrîşê de mirin. Berdevkê polîs got, li gorî nûçeyên cuda yên medyayê sê êrîşker mirine.

Sîstan-Belûçistan, ku li ser sînorê Pakistan û Afganistanê ye, yek ji parêzgehên herî xizan ên Îranê ye û rêyeke sereke ya bazirganiya madeyên hişbir e.

Komên mafên mirovan dibêjin, kêmaniya Belûç, ku tê texmînkirin hejmara wan heta 2 milyon kes e, bi dehsalan rastî newekhevî û zordarîyê hatiye.

Zahedan, piştî kuştina xwenîşanderan di 30ê Îlona 2022an de, bûye qada xwepêşandanên heftane, tevî ku alozî li piraniya deverên din kêm bûne.

Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) ragihand ku hêzên ewlehiyê herî kêm 66 kes di tepeserkirina xwepêşanderan de kuştine. Desthilatdaran piştre fermandarê polîsê Zahedanê û serokê navenda polîs ji kar avêtin.

Desthilatdaran Ceyş al-Adl, anko Artêşa Dadmendiyê, komeke milîtanên Belûç e ku ew dibêjin ji penagehên ewle yên Pakistanê kar dike, wek sedema destpêkirina gulebaranê di 30ê Îlonê de tawanbar kir. Ne Ceyş el-Adl û ne jî ti grûpeke din roleke wiha îdia nekirine.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG