Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Dengdanê li Îranê Hate Zêde Kirin


Hemwelatîyên Îranê, di bin giwaştin û kontrola hikûmetê de, dengdanê dikin ku serokekî nû hilbijêrin.

Ajansên nûçeyan li Îranê radigihînin ku karbidestan, jiber pişikdarîyeke zêde, dema dengdanê dirêjtir kirine.

Dora 55 mîlyon kes li Îranî hene ku xwedîyê mafê dengdanê ne. Hilbijêr dikarin dengê xwe bidin yek ji 6 berbijarên seroktîyê ku ji alîyê desteyeke meleyan hatibûn erê kirin.

Piranîya berbijarên heyî wek tundrê tê û dilsozên rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî tê nasîn

Rêberê ruhanî yê Ayetullah Alî Xameneyî jî îro Înîyê li Tehranê dengê xwe da. Wî, dû re, rexneyên Washingtonê yên ser hilbijartina li Îranê red kir û got, nabe Îran li benda daxwazên Amerîkîyan bibe û dilê wan xweş ke.

ibo qezenckirina hilbijartinê, divê berbijarek 50 ji sedê hemî dengan wergire. Ku ti kes nikare serketî be, hîngê gera dûyê di hefteya paş de tê kirin.

Îranê piranîya sînorên xwe daxistin û kesên cudabîr di rojên dawî de desteser kirin û jimareke rojnamevan jî binçav kirin.
XS
SM
MD
LG