Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zerif Daxwaza Helwesteka Civaka Nêf Netewî Dijî Amerîka Dike


Wezirê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerif daxwaz ji civaka nêf netewî dike helwestê xwe hember biryara Amerîka derbarî hêzên Pasdarên Îranê diyar bike, piştî Amerîka bi rêkxistîyeka terorîst ya biyanî nasandî.

Îranê pêngava serokê Amerîka Donald Trump şermizar kiri û bi pêngaveka ne qanûnî nasand.

Wezirê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerif got, welatê wî wê peyaman bo wezirên derve yê hemo welatan bişîne da bêjte wan ko girnge helwestekê hember biryara Amerîka werbigre û hoşdarî da ko nasandina hêzên Pasdarên Îranê bi rêkxistîyeka terorîst wê bersif û karvedan hebe.

Ligor acansa nûçeyên Îranê IRNA Zerif herwesa got, welatê wî wê nama bo sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutrres û civaka ewlehîya NY bişîne û têda wê nerazî bûna xwe diyar bike liser zêdegavîya Amerîka.

Weko bersiv bo biryara Amerîka, Îran rêberayetîya hêzên navendîya Amerîka (CENTCOM) ji bi rêkxistîyeka terorist nasand.

Têkelîyên Amerîka digel Îranê xirab bûn piştî Serok Trump Vekêşana welatê xwe ji rêkeftîna navokî ya sala 2015 digel Îranê ragehandî û careka din ciza liser Îranê vegerandin.

XS
SM
MD
LG