Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: 20 Kes bi Tawana Firotin û Belavkirina VPN'ên Înternetê Hatine Girtin

IRAN VPN
IRAN VPN

Polîsê herêma Xorasan Rezewî ya Îranê girtina 20 kesan ragihand ku tê îdîakirin ew beşdar bûn di firotin û belavkirina VPN'ên înternetê de.

Ev girtin beşek in ji berdewamîya kiryarên ewlekarî û dadwerîyê dijî, wekî Îran dibêje, "Çalakîyên neqanûnî yên înternêtê” tên kirin.

Polîsê Xorasan Rezewî îdîa kirin ku van kesan toreke firotinê ava kirine ji bo gihiştina hin platformên înternetê yên qedexe.

Polîs herwiha got ku hin ji van çalakîyan bi şêweyê “sextekarî li dijî welatîyan” hatine kirin, û hat îdîakirin ku dahata torê bi qasî 10 milyar rîyalan bû.

Di heman demê de, di dozeke cuda de, hêzên ewlekarîyê li parêzgeha Luristanê girtina du welatîyan ragihand. Wan îdîa kir ku ew bi tawana “kişandina wêneyên navendên hestiyar û peywendîyên bi medyaya biyanî re” hatine girtin.

Herwiha kesekî din li parêzgeha Luristanê bi gunehê “veguhestina çekan ji deverên sînor” hate girtin û “qebareke çek û cebilxane” di dest de hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêk şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê li 28'ê Sibatê ve, rejîma Îranê xizmeta înternetê ji ser piranîya welêt ve qut kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG