Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRANA: Rewşa Malbateke Beha'î di Zindana Şîrazê de Ne Zelal e

Zindana Adilabad li Şîrazê.
Zindana Adilabad li Şîrazê.

Rêxistineke çalakvanên mafên mirovan li Îranê ragihand ku ev bûye mehek ku Romîna Xezalî ya wênesaz û Behzad Yezdanî yê wergêr û sernivîskar di girtîgeha Adilabadê ya bajarê Şîrazê dimînin.

Ajansa nûçeyan HRANA îro Sêşemê ragihand ku mehek li ser girtina Xezalî û Yezdanî, ku hevjîn in, derbas bûye û hîn girtina wan berdewam dike.

Ev malbata ji ola Beha'î di 8 û 9'ê Nîsanê de li mala xwe ya li Şîrazê hatin girtin û “hîn jî ti tawan li dijî wan û an jî sedemên girtina wan ne diyar in.”

Li gor HRANA, Xezalî berî girtinê ji neştergerîya hinavan derbas bibû û alozîyên wê yên saxlemîyê hene. Lê niha di zindanê de dermanên pêwîst nagihêjin wê.

Xezalî dikare her hefte carekê tenê ji bo “30 çirkeyan” bi rîya telefonê bi malbata xwe re bipeyive. Wê herwiha destûr nîne ku li firoşgeha girtîgehê tiştekî bikere.

Di nûçeyek din de, HRANA ragihand ku Wehîd Chavaran, ku girtîyekî siyasî yê li girtîgeha Zahedanê desteserkirî ye, nexweşîyeke çavan heye, lê ji ber nebûna xizmetên saxlemîyê metirsî heye ku ew çavên xwe winda bike.

Chavaran ji zindana Îlamê bo zindana Zahedanê hat veguhestin da ku “cezayê xwe yê 12 salan” derbas bike. Dadwerî ew bi guneha “Muharebe” ceza kir û ew bi bikaranîna çekê otomatîk, têkdana aramîya giştî û bêrêzîya rêbertîyê tawanbar kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG