Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Îranê Wezîrê Aborî ji Kar Dûr Xist


Wezîrê Aborî û Darayî yê Îranê Mesud Kerbasîyan bi dengdana li parlamentoyê ji kar hat dûr xistin.

Parlamentoya Îranê, Kerbasîyan dijî 121 deng, bi 137 deng ji kar dûr xist.

Hikûmeta Îranê jiber enflasyona bilind û bêkarîya zêde tê rexne kirin.

Jiber ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîbû û dijî Tehranê toleyên nû ragihandibûn, derbe li planên aborî yên Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ketibû.

Ruhanî hewil dida ku pirtir kompanîyên bîyan li Îranê kar bikin.

Piştî toleyên dijî Îranê hin kompanîyên Ewrupî yên wek Siemens, Total, Peugeot, Renault ji Îranê vekişîbûn.

Di 8'ê Tebaxê de, Wezîrê Xebatê Alî Rebîî bi dengdana li parlamentoyê ji kar hatibû dûr xistin.

Ruhanî meha borî jî serokê Bankaya Navendî ya Îranê ji kar dûr xistibû.

XS
SM
MD
LG