Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Almanya Du Girtîyên Hevdu Berdan


Wezîrê Derve yê İranê Cevad Zarîf
Wezîrê Derve yê İranê Cevad Zarîf

Wezareta Dadê ya Îranê ragihand ku wan beramberî berdana hemwelatîyekî wan yê li Almanya girtî, Almanekî li welate wan girtî, berdaye.

Hemwelatîyê Îranê yê li Almanya jiber pûçkirina ambargoyên Amerîka hatibû desteserkirin.

Berdevikê Wezareta Dadê ya Îranê Xulamhuseyîn Esmaîlî dîyar kir ku wan ji Almanya xwestiye ku hemwelatîyê wan radestî Amerîka nekin û beramberî wî jî berdana Almanekî li Îranê girtî pêşnîyaz kirine.

‘’Hemwelatîyê me roja Yekşemê ji Almanya vegerî Îranê û me jî roja Duşemê, hemwelatîyê Almanya yê li cem me girtî berda’’ Esmaîlî got.

Li gor daxuyanîya karbidestên Îranê, hemwelatîyê Almanya li herêmeke qedexe bêdestûr wêne û vîdeo girtiye û piştî hatiye desteserkirin 3 sala cezaya girtîgehê sitandiye.

Hemwelatîyê Îranê Ahmed Khalili jî li gor toleyên Amerîka tevnegerîyaye û hatiye desteserkirin.

Khalîlî bi Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf re, ku beşdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bûbû, vegerî Îranê.

Rêvebirîya Îranê di meha Berfanbarê de jî bi Amerîka re girtî guherandibûn û dabû zanîn ku ew bo pirtir guherandina amade ye.

XS
SM
MD
LG