Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bang li Amerîka Dike ku li Peymana Navokî Vegere


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ji Twitterê bang li Amerîka kir ku li peymana navokî ya di sala 2015’an de hatibû îmza kirin, vegere.

Zarîf dîyar kir ku toleyên Amerîka yên dijî Îranê bêbandor in.

‘’Amerîka, li şûna ku xwe dikute derên hîn kûr, divê dev ji polîtîkayên bêker berde û li peymana navokî ya sala 2015’an vegere.’’ Zarîf nivîsî.

Washingtonê roja Pêncşemê toleyên nû yên dijî Tehranê eşkere kiribûn.

Toleyên nû li ser avahîsazîyê û bazirganîya madeyên leşkerî û çekên navokî ne.

Rêvebirîya Tehranê dide zanîn ku heta toleyên dijî wan ranebin ewê bi Washingtonê re danûstandinê nekin.

XS
SM
MD
LG