Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îranê Dijî Amerîka Gefan Dixwin


Austria Iran Nuclear Talks
Austria Iran Nuclear Talks

Karbidestên payabilind yên Îranê dijî toleyên Amerîka gefan dixwin.

Îmamê Mezin yê Tehranê Ayetullah Muhammed Kaşanî di dîyar kir ku ‘’Komara Îslamî ya Îranê û Amerîka bi ti awayî hevdîtinan nekin’’

Kaşanî di Radyoya Tehranê de got ku ‘’Hevdîtina çi? Îran vê yekê qebûl nake. Ku hevdîtin hebin jî wê Trump gavên xwe bi şûnde biavêje’’

Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney jî di hevdîtina bi ‘’aktîvîstên çandî yên li derveyî welêt dijîn’’ de dabû zanîn ku ‘’divê ti kes bo Komara Îslamî ya Îranê nekeve fikaran.’’

Hêjayî bîrxistinê, jiber ketina nirxa pereyên Îranê li hin bajarên wî welatî dijî hikûmetê protesto li dar dikevin.

XS
SM
MD
LG