Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hevdîtineke ligel Karbidestên Amerîkî bi Tundî Red Dike


Sêwirmendê serekî yê rêberê ruhanî yê Îranê, Alî Ekber Velayetî pêşnîyara Amerîka ya hevdîtinên asta bilind red kir, di vê demê de ku serokên her du dewletan beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê dibin.

Velayetî îro Sêşemê got ku xewna Trump û Pompeo ya hevdîtinê wê ti car pêk neyê.

Hevdem, Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) jî gotinên dijî Amerîka domand û Washington bi dijminatîya Îranê tawanbar kir û Serokê Amerîka Donald Trump jî wek “îblis û maceraperest” binav kir.

“Serokê îblis û maceraperest yê Amrîka li ser şerekî aborî û tolêyên zordarî disekinê ku Îranê ji nirxên şoreşgerî dûr xîne û zarar bigehîne berjewendîyên neteweyî,” Daxuyanîya Pasdaran got.

Serok Trump di meha Gulanê de Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û biryara toleyên aborî ragihandibû û givaştina ser welatên hevalbend pirtir kiribû ku ji Îranê petrol nekirin.

Trump di meha Tîrmehê de gotibû ku ew amade ye ku bi Serokê Îranê Hesen Ruhanî re bê şert kom bibe ku peymaneke nû gotûbêj bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Yekşemê pêşnîyara Amerîka dubare kir û pêşkêşî rêberê olî yê Îranê Ayetullah Xameneyî kir.

“Ew kesê ku Îranê bi rêve dibe. Ez bawer dikim ku ewê hevdîtineke girîng û balkêş bibe," Pompeo di Fox TV de got.

Serokomarê Îranê Ruhanî, ku wek yekî nermrê tê dîtin, îhtîmala kombûnên navbera her du welatan bi zelalî red nekiribû, lê piştî ku Trump Amerîka ji peymana navokî derxistibû, Pasdaran jî di nav de, bûbû armanca êrîşên hişk yên tundrêyan.

XS
SM
MD
LG