Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Dijî Amerîka Protesto li Dar Ketin


Li Tehran ya paytaxta Îranê, bi hezaran kes di salvegera 39’yan ya bidestxistina Balyozaneya Amerîka de daketin qadan.

Girseyê slogên wek ‘’Bimre Amerîka'' û ‘’Mirin bo Îsraîlê’’ gotin. Kanala dewletê ya Îranê ragihand ku li bajarên din jî protestoyên bi heman rengî li dar ketine.

Di xwepêşandanan de, alayên Amerîka û Îsrailê hatin şewitandin.

Xwendekarên Îranî, piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an serdozgerî dagirtibûn û 52 Amerîkî 444 roj dîl girtibûn.

Piştî wê bûyerê Amerîka bi Tehranê re peywendîyên xwe yên dîplomatîk birîbûn.

Hikûmeta Îranê her sal wê bûyerê pîroz dike. Avahîya balyozxaneyê niha navenda çandê ye.

Jiber ku li ser fermana Serok Donald Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya, li wî welatî hêrsa dijî Washingtonê bilind bûye.

Rêvebirîya Trump, di vê mehê de dijî Îranê toleyên gera duyê ragihandin. Toleyên nû li hember enerjî û pergala darayî ya Îranê ne.

Îran bi kêşeyên aborî re rû bi rû maye û di mehên dawî de ser aborîya xirab protesto li dar ketibûn.

Amerîka dîyar dike ku armanca toleyan ne xistina rêvebirîya li Îranê ye, lê ew dixwazin ku Tehran sîyaseta xwe biguherîne.

XS
SM
MD
LG