Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bang li Bîragiştî ya Navneteweyî Dike ku Amerîka Şermezar Bike


Îranê bi nameyekê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re behsa toleya Amerîka ya dijî Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf kir.

Nûnerê Îranê yê li NY’ê Majid Takht Ravanchi name da Guterres.

Di nameyê de tê dîyar kirin ku Amerîka hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bîragiştî ya naveteweyî te xwestin ku Amerîka şermezar bike.

Ravanchi di nameyê de ji Guterres xwest ku bo berevanîya yekîtîya NY’ê roleke aktîf bilîze.

Guterres ser nameya Îranê hîn ti daxuyanî nedaye û berdevikê wî jî ti şirove nekiriye.

Amerîka biryar dabû ku hemî hebûna Zarîf ya li Amerîka bicemidîne.

Zarîf dabû zanîn ku li Amerîka tiştekî wî tune.

XS
SM
MD
LG