Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abas Musevî dîyar kir ku toleyên nû yên Amerîka ti bandorê li ser wan çênakin.
Musevî biryara Amerîka ya bo toleyan şermezar kir û da zanîn ku Washington ji ‘’neçarîyê’’ toleyan radigihîne.
Wî amaje kir ku Washington nikare mekanîzmaya dîplomasîyê bikar bîne.
Wezareta Xezîne ya Amerîka ragihandibû ku dijî 9 hemweletîyên Îranê û Sererkanîya Îranê biryara toleyên nû daye.