Îran, Amerîka bi maytekirina li hilbijartinên seroktîyê û karên navxweyî tawanbar kir.
Wezareta Derve ya Amerîka do Duşemê dîyar kiribû ku hilbijartinên serokomarîyê yên Îranê ne adil û azad bûne û ser serokomarê hilbijartî Ebrahim Reisi dabû zanîn ku ew ‘’hatiye çêkirin.’’
Berdevikê hikûmeta Îranê Ali Rabiei ser daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka got ku ew dijî hiqûqa navneteweyî ye, maytekirina karên navxweyî ye û dîyar kir ku ew wê daxuyanîyê red dikin.
‘’Hikûmeta Amerîka ne di wê pozîsyonê de ye ku ser hilbijartinên Îranê yan dewletekî din nêrînên xwe îfade bike.’’ Rabiei got.
Bo hilbijartinên serokomarîya Îranê, ku Reisi di encamê de bi ser ketibû, bangên boykotê hebûn û rêjeya beşdarî jî di asteke nizm de mabû.
Di hilbijartinan de çar berbijar hebûn û rêjeya beşdarîyê 48,8 ji sedê bû û 3,7 mîlyon dengên ku tê texmîn kirin ku dengê protestoyê ne û nehatine hejmartin hebûn