Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îranê Îdiayên Amnesty Red Dike


Wezareta Navxweyî ya Îranê Abdulreza Rahmanî dîyar kir ku di protestoyan de 731 avahîyên bankayan û 140 avahîyên dewletê zarar dîtine.

Rahmanî da zanîn ku dijî 50 navendan polîsan êrîş li dar ketine û 70 îstasyonên petrolê hatine şewitandin.

Protestoyên li seranserê Îranê bi buhabûna benzînê destpê kiribûn.

Wezîrê Navxweyî amaje kir ku bi qasî 200,000 kes beşdarî protestoyan bûne.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ‘’çend xwenîşander’’ hatine kuştin û pirtirê 1000 kes hatine desteserkirin.

Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) îdia kiribû ku di protestoyan de bi kêmî 143 xwenîşander hatine kuştin.

Karbidestên Îranê îdiaya wê rêxistinê red dikin.

Ji alîyê din ve Navenda Mafên Mirovan ya Îranê, ku li New Yorkê ye, ragihand ku bi qasî 4000 xwenîşander hatine desteserkirin.

XS
SM
MD
LG