Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bang li Welatên Kendavê Dike ku Wê bi Rawestandina Danûstandinan Tawanbar Neke


Îranê bang li welatên Kendavê kir ku wê ser rawestandina peymana navokî tawanbar neke.

Hilcivîna Kendava Erebî dîyar kiribû ku Tehran danûstandinên herêmî radiwestîne.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Saîd Xatibzadeh bang li welatên Kendavê kir ku li şûna Tehranê tawanbar bikin, bala xwe bidin ser hevkarîyê û helwestên bo mijarên herêmî jinûve binirxînin.

Hilcivîna Kendava Erebî, ku roja Sêşemê li Erebistana Saudî li dar ketibû, bang li Îranê kiribû ku bo kêmkirina girjîya li herêmê hin gavan biavêje û welatên Kendavê bixe danûstandinên ser peymana navokî ya sala 2015’an.

Xatibzadeh da zanîn ku wan bawer kiriye ku piştî danûstandinên dîplomatîk yên di navbera welatên Kendavê de helwesteke nû çêbe û dîyar kir ku Tehran naxwaze may li bernameya wê ya navokî û muşekî bibe.

Karbidestên Erebistana Saudî di hilcivînê de dîyar kiribûn ku divê ew bi awayekî cidî ser bernameya navokî û muşekî ya Îranê bisekinin.

XS
SM
MD
LG